Demîrtaş piştî salek girtinê îro cara yekem çû dadgehê

piştî 14 mehan cara yekeme Demîrtaş li dadgehê amade dibe

Hevserokê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş, piştî pirtir ji saleke zindanê, îro înê li Stenbolê çû dadgehê.

Girseyeke endamên HDP'ê jî jibo piştgirîdana Demîrtaş li pêş avahiya dadgehê bo piştgîrî kirina Demîrtaş civiyan.

Hêjayî gotinê ye ku di salekê de dijî Demîrtaş 33 doz hatibûn vekirin. Di îdianameya dijî wî de ku 501 rûpelan pêk tê, Demîrtaş bi rêvebirina Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) tê tawanbar kirin.

Dozgerî daxwaz dike ku Demîrtaş jiber “rêvebirina rêxistinê” cezayê wergire.