Amerîka dibêje dawî bi hebûna Îranê li Sûriyeyê tîne

Amerîka jî li dijî hebûna Îranê ye li Sûriyeyê

Amerîkayê ragihand ku ew ê dawiyê li hebûna Îranê ya li Sûriyê bînin û têkoşîneke dijwar were pêkanîn.

Cîgirê Wezîrê Derve yê ji bo Rojhilata Navîn David Satterfield di derbarê rewşa herêmê û hebûna Îranê ya li Sûriyê axivî.

Satterfield ragihand ku ew ê dawiyê li hebûna Îranê ya li Sûriyê bînin û ji bo vê yekê wê mueyîdeyên giran bên sepandin ku Îran li Sûriyê nemîne.

David Satterfield li ser jinûveavakirina Sûriyê jî ragihand ku ji bo vê yekê pêwîstî bi 200-300 milyar dolaran heye û wiha axivî,: Amerîka dê alîkariya Rûsya, Îran û hikûmeta Sûriyê neke heta ku guherîneke siyasî li wê derê pêk neyê.