Rûsyayê bersiv da Tirkiyeyê: Fetîh el Şam wê bê tunekirin

mimkune têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê têk biçin

Çavkaniyên Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê vexwendina balyozên rûsî û îranî bo Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê nirxandin û gotin: ‘'Moskow terefê diyalogê ye, lê ji têkoşîna li hember Fetîh el Şamê jî paş de gavê naavêje.

3 çavkaniyên Wezareta Karên Derve yên Rûsyayê ku ji rojnameya İzvestiyayê re axivîn ragihandine ku bi Enqereyê re rakêşiyek din naxwazin, lê di mijarên hessas û Fetîh el Şamê de tawîzê jî nadin.

Yek ji wan çavkaniyan daxuyand ku ‘'Di formata Astanayê de em baş dixebitin û ev hevkarî divê bidome. Lê di hin mijaran de ku wek tunekirina Fetîh el Şamê de jî tawîzê nadin û em di van mijaran de paş de gavê naavêjin.''

Cîgirê serokê Komîteya Ewlehî û Parastina Konseya Federasyona Rusyayê Frants Klîntsevîç, îdiayên ku Hêza Hewa-Fezayî a Rûsyayê li Idlibê êrîşî çekdarên muxalîf kiriye red kir. Klîntsevîç, ‘'Em bi tenê terorîstan bombebaran dikin. Lê ev, hin kesên ku alîkariya van hêzan dikin rehetsiz dike. Hin Îstîxbaratên dewletên NATOyê wek berî niha, alîkariyên xwe bo Fetîh el Şamê didomînin.