Parlementeriya Leyla Zana hat hilweşandin

Leyla Zana sunda neteweperest nexwaribû

Êwara îro pêncşem, li parlementoya Tirkiyeyê dengdan li ser hilweşandina parlementeriya parlementera Agirî ya HDPê, Leyla Zanayê hate kirin.

Di rapora komîsyonê de hatiye nivîsandin ku Leyla Zana beşdariya 212 civînên parlementoyê nekiriye lewre daxwaz tê kirin daku parlementeriya vê were  hilweşandin.

Di encama dengdana ku êwara îro li parlementoya Tirkiyeyê de hate kirin, bi dengên parlementerên AKP, MHP û beşek ji parlementerên CHPê, parlementeriya Leyla Zana hat hilweşandin.