Heyder Ebadî hevpeymaniyeke nû damezrand

şîiyên Îraqê parçe bûne

Serokwezîrê Îraqê ji hevpeymaniya Malikî cuda dibe.

Li gel amadekariyên part û aliyên siyasî yên Îraqê yên bo beşdarî kirin di hilbijartinên meha Gulanê de, Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî ku beriya niha endamê hevpeymaniya dewleta yasa ya bi Serokatiya Serokwezîrê berê yê Îraqê Nûrî Malikî bû, ragihand ku ji vê hevpeymaniya han cuda dibe û hevpeymaniyeke nû ava kiriye.

Li gor jêderên nûçeyan navê hevpeymaniya Ebadî hevpeymaniya nîştimaniya Nesre.