Amerîka: Iraq dewletek hilweşiyayî ye

Amerîka nêrîna xwe ya fermî derbarê Îraqê de eşkere kir

Hikûmeta Amerîka lîsteyek belav kir û di wê lîsteyê de Iraq wek dewleteke hilweşyayî pênase dike.

Li gor ajansa France Press, Amerîka beşek ji welatên cîhanê xistiye çar asta û li gor wan astan jî daxwaz ji hemwelatiyên xwe dike di geştên wan welatan de xwe biparêzin.

Di asta çarem de Amerîka agahdariyekê ve, daxwaz ji hemwelatiyên xwe dike geşt bo welatên Iraq, Îran, Afganîstan, Afrîqa naverast, Lîbya, Malî, Somalî, Başûrê Sûdan, Sûriye û Yemenê nekin.

Wek sedem jî hikûmeta Amerîka ragehandiye ku, ew welatane navçeyên şer in li cîhanê û dewletên hilweşyayî ne û li gor wê pênaseyê jî dewleta Iraqê li gor Amerîka hilweşyayî ye.