HSD: Li Mayadînê 151 terorîstên DIŞI hatin kuştin

şereke dijwar di navbera her du aliyan de dom dike

Şer û pevçûnên dijwar di navbera hêzên HSD û terorîstên girêdayî DIŞIê de diqewimin. Li gorî agahiyên malperên nêzî HSDê, di pevçûnan de rojên dawî de 151 terorîstên DIŞI hatine kuştin.

Operasyona HSDê ya binavê “Bagera Cizîrê” ev demek e berdewam dike. Li gorî agahiyan di pevçûnên li bajaroka Xeranîçê ku 34 kîlometroyan dikeve aliyê başûrê rojhilata Meyadînê, di navbera terorîstên DIŞI û hêzên HSDê de pevçûnên giran derketin.

Di vî şerî de herî kêm 151 terorîst hatine kuştin. Her wiha hejmarek ji şervanên HSDê jî jiyana xwe ji dest dane, lê nav û hêjmara wan hêj nehatiye ragihandin.