Li Hewlêrê çend diz hatin girtin

tirimbêlên xelkê dizîne

Ev dizên han tirimbêlên xelkê dizîne.

Rêveberiya polîsê parêzgeha Hewlêrê girtina çend kesan bi tawaba dizîna tirimbêlan ragihand.

Berpirsê ofîsa polîsê Kesnezan a Hewlêrê Hestyar Mihemed Ezîz di tora civakî ya polîsê Hewlêrê de ragehand ku çend agahî û gilî hatin kirin ku sê tirimbêl hatine dizîn.’’

Herwaha ragehand, piştî wan giliyan hêzên polîs li dû bûyerê ketine û lêkolîn û pêdeçûn dane destpê kirin û di encamê de hêzên polis karîn ku nasnameya wan kesên diz eşkera bike û wan bigre.

Hestyar Mihemed Ezîz nivîsandiye, navên kesên tometbar H.A. ku temenê wî 24 sale, M.H. temenê wî 19 sale, wan her du kesane otomobîla KIA Kadenza dizîne. Herwaha her du kes birayê yek in. Herwaha N.A ku temenê wî 29 sale, N.A temenê wî 33 sale wan jî du wesayîtên coreya Opel Viktra dizîne.