Koçberên Rojavayê li Dihukê xaniyan çê dikin

di nav kempan de vê kon û çadir nemînin

Biryare di nava kempan de kon û çadir nemînin.

Li kampên koçberên Rojavayê Kurdistanê yên li Dihukê, dest bi çêkirina xaniyan hat kirin.

Berdevkê borda karûbarên mirovî li Dihukê, Salim Seîd diyar kir ku li kampa Domîz-2 ya koçberên Rojavayê Kurdistanê çêkirina xaniyan dest pê kir.

Salim Seîd her wiha got, piştî ku dezgeha penaberan ya NY (UNHCR) keresteyên çêkirina xanî û dirav bi ser koçberan de belav kir, koçberan dest bi çêkirina xaniyên xwe kirin.

Berdevkê borda karûbarên mirovî da zanîn, piştî ku xaniyên kampa Domîz-2 xilas bûn dê li kampa Domîz-1 jî dê xanî bên çêkirin. Êdî li nav kampan de xîvet namînin.