HDP Hasib Kaplan şermezar kir

Kaplan gotiye nabe Tirkek çavê xwe berde postê Demîrtaş

Hesîb Kaplan çend twit nivîsandibû û HDP ji wan neraziye.

Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) ser hin twîtên parlamenterê berê yê Şirnexê Hasîb Kaplan nerazîbûn nîşan da.

Kaplan li ser Twitterê nivîsandibû; Di civîna HDP’ê de, bila ti Tirk çavên xwe li şûna Demîrtaş zer neke, pêşniyaza min ya naçizane, herkes dê hedê xwe zanibe…!

Kaplan herwiha da zanîn ku Kurdek dê hevserok be.

HDP dê di 11’ê Sibatê de li Enqerê komcivînê li dar xîne. Li bere ku di komcivînê de hilbijartina hevseroktiyê jî li dar keve.

Hevserokê HDP’ê Selahedîn Demîrtaş, ku ji Mijdara 2016’an vir ve li Hepsa Edîrne girtî ye, diyar kiribû ku ewê de komcivînê nebe berendam.