DIŞI li Kerkûkê 116 gund wêran kiriye

ew hemû gund di nava sê salan de hatine wêrankirin

Ji sala 2014an heta sala 2017an ew kiriyar pêk aniye.

Parêzgarê demkî yê Kerkûkê Rakan Seîd diyar kir ku terorîstên DIŞIê ji sala 2014an heta sala 2017an li Kerkûk û derdorê Kerkûkê bi giştî 116 gund wêran kirine.

Rakan Seîd herwiha diyar kir ku terorîstên DIŞIê zirarên mezin jî gehandine hin gundên din û şêniyên tevahiya wan gundan jî koçber û aware bûne.

Seîd eşkere kir ku niha piraniya şêniyên wan gundan di nava kempan de dijîn.