Amnesty: Lazime bilez lêkolîn were kirin

di girtîgehê de çend kes canê xwe ji dest dane

Amnesty International daxwaza lêkolîna bilez li ser mirina girtiyên xwepêşandana Îranê kir.

Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty International) daxwaza lêkolînê derheqê mirina gumanbar ya girtiyên xwepêşandanên Îranê kir.

Di heyama 3-4 rojên borî de herî kêm 5 kesên ku ji ber xwepêşandanên Îranê hatibûn girtin, di girtîgehan de mirine.

Hinek çavkanî dibêjin, tevahiya wan girtiyan di bin lêdan û îşkencê de hatine kuştin lê hikûmeta Îranê dibêje, wan bixwe xwe kuştine!

Li ser vê yekê rêxistina Amnesty International di daxuyaniyekê de nîgeraniya xwe derheqê wê yekê de nîşan daye û daxwaza lêkolîna bilez di wî warî de kiriye.

Li gorî amarên ne fermî, herî kêm 3700 kes ji ber xwepêşandanên vê dawiyê yên Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatine girtin.