Yekîtiya Ewrûpa ji bo qirîza Hewlêr û Bexdayê dikeve dewrê

YE dixwaze kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê werin çareserkirin

 Hat ragihandin ku Yekîtiya Ewrûpa ji bo çareseriya pirsgirêka navbera Hewlêr û Bexdayê amadehiyan dile ku têkeve dewrê. Catherine Ray ragihand ku heta demeke nêzîk em ê bi herdu aliyan re dest bi hevdîtinan bikin.

Berdevka Nûnera Bilind a Polîtîkayên Ewlehî yên Têkiliya Yekîtiya Ewrûpayê Federica Mogherini Catherine Ray ragihand ku heta demeke nêzîk em ê bi herdu aliyan re dest bi hevdîtinan bikin.

Catherine Ray diyar kir ku hetanî demeke nêzîk em ê dest bi hevdîtinên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê bikin. Bi herdu aliyan re jî li ser pêşerojê em ê biaxivin."

Ray di dirêjiya axaftina xwe de got: "Yekîtiya Ewrûpa (YE) amade ye ji bo avadanbûnê piştgiriya Iraqê bike."