Em dixwazin yekîtiya netewa kurd ava bikin

pariyên Bakûrê Kurdistanê daxwaza yekîtiya netewî dikin

Parlamenterê HDPê Îmam Taşçier ragihand ku di sîstema nû ya li Tirkiyeyê de bi zelalî kurd tune tên hesibandin û ji bo ku kurd dengê xwe xurttir bikarin derxin, divê yekîtî û tifaqa xwe ava bikin. Ji bo vê yekê niha xebatek dane destpêkirin da ku hemû partî, saziyên sivîl, rêxistin, akademîsyen, rewşenbîr û eşîr di vê tifaqê de cih bigirin.

Parlamenterê HDPê yê Amedê Îmam Taşçier pêşniyarek ji bo ‘partiyên Kurdistanî' yên li Tirkiyeyê kir, ku di hilbijartinan de bi HDPê re eniyeke neteweyî ya hevbeş ava bikin û bi yekdengî tevlî hilbijartinan bibin, kiribû. Taşçier vê mijarê ji Sputnikê re nirxand.

Taşçier got: "Niha em xebateke bi xatirê netewa kurd birêve dibin, da ku tifaq û yekîtiya xwe ava bikin. Ev tifaq jî em dixwazin ku li ser partiyan, li ser rêxistina re bin. Tevahiya civakê di nav de be û ti cudahî cênebe. Mabesta me ne parçeyeke, li her 4 çarparçeyên Kurdistane û kurdên li cîhanê tevlî vê bibin. Niha li cîhanê nimûneyên bi vî rengî hene. Niha tifaqa ereban heye ku gelek dewletê wan hene, tifaqa tirkan heye, di nav xwe de bi organîzene. Em jî dixwazin yekîtiya netewa kurd ava bikin. Ji bo vê tifaqê ji berê de xebatên me hene. Em dixwazin hemû kurdan bînin cem hev da kurd bila bibêjin em yek deng in. Em dixwazin vê yekê pêk bînin.

Parlamenterê HDPê wiha dewam kir: "Wekê di sala 2013an de ku li Başûrê Kurdistanê kongreya netewa kurd hat lidarxistin, ji hemû aliyan kurd beşdar bûn, em dixwazin tiştekî bi vî rengî pêk bînin. Fikra me ew e ku em ewil yekîtiya kurdên li bakur ava bikin. Dema em yekîtiya kurdan ava bikin, dê partî, saziyên sivîl, rêxistin, akademîsyen, rewşenbîr û eşîr jî tev di nav de cih bigirin."

Taşêier destnîşan kirk u, "Birêz Osman Baydemir li parlamentoyê behsa Kurdistanê kir, hat cezakirin. Dema ku kurd yekbin, bi dengekî xurt dikarin li hemberî cezayên bi vî şiklî derkevin. Niha zimanê kurdî qedexeye, kurd bi zimanê xwe perwede nabînin û tune tê hesibandin. Dema em xurt bin em dikarin li hemberî van yekan bisekinin. Niha li beriya me hilbijartin heyw, ev ne hilbijartineke ji rêzê ye. Ne hilbijartina şaredarî û parlamenteriyê ye. Hilbijartineke esasî heye li beriya me. Di sîstema nû de bi vekirî dibêjin ku cîhê kurdan tine ne. Mabesta me ev e em divê hilbijartinê de dengê kurdan xurttir bidin nîşandan."

Taşçier wiha pê de çû: "Me bi vê mabestî li Amedê civîneke li dar xist. Me bangî hemû partî, saziyên sivîl û rêxistinan kir, lê gelek alî beşdarî vê civînê nebûn. Em çûn cem hemû partiyan, lê partiyên Kurdistanî beşdar nebûn. Me ji bo vê yekê komîsyoneke ava kiriye. Komîsyon niha xebatê xwe berdewam dike. Em dîsa herin cem wan partiyan, akademîsyenen, rêxistinan, rûsipiyan û aliyên din."