Parêzerê Deniz Naki: Polîsên Almanyayê li ser çeteyên tirk ên nijadperest radiwestin

piştî lîstokê êrîşî lîstokvanê Kurd kirin

Soran Haldi Mizrak, parêzerê futbolîstê Amedsporê Deniz Naki li ser êrîşa li dijî Naki got, polis û dozgerê Almanyayê li ser çeteyên tirk ên nijadperest radiwestin.

Soran Haldi Mizrak, parêzerê futbolîstê Amedsporê Deniz Naki li ser êrîşa çekdarî ya li dijî Naki ev tişt gotin, "Ew gava li ser otobanê diçû, ji wesayiteke bêplakê gule hatine teqandin û 2 gule rastî wesayita wî hatiye. Bi taybetî hewldane guleyan bera tekerlekên wesayita wî bidin. Polîsên hatine cihê bûyerê, serî li îfadeya Deniz da. Deniz birîndar nebû û rewşa wî ya tenduristiyê baş e. Polîsên Almanyayê di lêpirsînê de hîn zêde li ser çeteyên tirk ên nîjadperest radiwestin. Ev du sal in di derbarê Deniz de tê nivîsin û ew hedef tê nişandan. Parêzer, heval û parlamenterên li Almanyayê mijarê ji nêz ve dişopîne."

Serokê Amedsporê Nurullah Edemen diyar kir ku rewşa Naki başe û ev êrîş şermezar kir. Edemen ragihand ku ew li bende bidawîbûna lêpirsînê ye û bi bîr xist ku Naki beriya niha jî him din av sehayê de him jî li derveyî sehayê rastî êrîşan hatiye. Serokê Amedsporê got, "Ger ev ji aliyê nijadperestan ve hatibe kirin, wê bibe sedema şikandinên cidî."