Qirîza abûrî bandor li ser projeyan kiriye

qirîza darayî karê hijmareke zêde kompaniyan rawestandiye

Nêzî 300 proje bi nîvî mane û nayên temamkirin.

 Berpirsê giştî yê rêk û avedankirinê yê Kurdistanê Huner Nûrî ragihand, ji ber qirîza abûrî zêdetirî 300 piroje li parêzgeha Hewlêrê bi nîveyî mane û nehatine temamkirin.

Huner Nûrî diyar kir ku ji ber nebûna bûdce û qirîza abûrî, tunêla “Benî Herîr” ya Hewlêrê bi nîveyî mane û nehatine temamkirin.

Huner Nûrî her wiha got, ev du sal in çêkirina tunêlê hatiye sekinandin. Tenê nîvê tunêlê maye xilas bibe lê ji ber nebûna bûdceya pêwîst, hîn xilas nebûye.