Kompanyakaniyên Rûsî bê pirsgirêk li Kurdistanê kar dikin

kompaniyên Rûsî li Kurdistanê bêyî astengî karên xwe didomînin

 

Wezîrê enerciya Rûsî Alksander Novak ragihand, Bexdayê ti astengiyek ji bo karkirina kompaniyên Gazprom û Lok Oil li Herêma Kurdistanê çênekiriye.

Alksander Novak diyar kir, ku du pirojeyên kompanya Gazprom li ser axa Herêma Kurdistan li navçeyên Şakel û Germyan hene.

Got jî: "Wê kompaniyê ji demekê derêj ve berî çêbûna nakokiyan di navbera Hewlêr û Bexdayê de, dest bi bicîkirina pirojeyên xwe kiriye."

Novak zelal kir, ku karên kompaniyê ti ziyan û kêşeyan ji hikûmeta Iraqê re çênakin.