Du herêmên Îtalyayê referandum bo serxwebûnê dikin

li Îtaliyayê jî du herêm daxwaza serxwebûnê dikin
کوردستان TV
100%

 

Li du herêmên Îtalyayê yên ku wek herêmên herî dewlemend têne zanîn îro 22yê Cotmehê referandûma xweseriyê tê kirin.

Herêmên bakurê Îtalyayê Lombardiya û Veneto li ser daxwaza xweseriyê îro diçin ser sindoqan.

Li gor nûçeya BBCyê, referandûm bi mebesta ku li gor destûra Îtalyayê zêdetir xweseriyê bi dest bixin têne encamdan ku ew referandûm tenê wek encameke ‘şêwrê' têne hesibandin.

Lê belê tê ragihandin ku ger di encama referandûmê de ‘Belê' derkeve, dê rewabûna xweseriyê meşrû bibe û destê rêveberîyên wan herêman xurtir bibe.

Li Îtalyayê ji 20 herêman, 5 ji wan xwedî rêveberiyeke xweser a taybet in ku ew herêm; Sicilya, Sardinya, Valle D'Aosta, Trentino-Alto Adige/Südtirol û Friuli-Venezia Giulia ne.

Dengdana referandûmê li wan herêman li gor dema herêmî, li demjimêrên 07.00-23.00 encam dide.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.