Îsraîl: Em ê nehêlin Îran li Sûriyeyê bi cih bibe

Îsraîl dibêje rê nade Îran li Sûriyayê xwe bihêz bike
کوردستان TV
100%

 

Wezîrê avahîsaziyê yê Îsraîlê Yoav Galant ragihand ku Îran welatek e ku bi hewldana têkbirina istiqrarê li Rojhilata Navîn, navenda şerî li herêmê temsîl dike.

Galantî di hevpeyvîneke li gel televizyoneke rûsî de got, cihê Îranê li Sûriyeyê tine ji ber bi wî awayî istiqrarê li herêmê têk dibe û ew jî di rêya zêdebûna bandora wê li herêmên kêmkirina rageşiyê ya yên li Idliba Sûriyeyê.

Herwiha wezîrê îsraîlî xwest ku Îran vegere çemê Dicleyê yê dûrî Sûriyeyê û di nava sînorên xwe yên suriştî de bimîne.

Ji aliyê din ve, wezîrê îsraîlî derbarê mijarê de got, "Îsraîl rewşê dişopîne û dibîne bê çi li ser sînorên wê diqewime ku dê ticarî dest ji xeta xwe ya sor nede û nehêle Hizbullah bandora xwe li Sûriyeyê xurt bike û çekên bipêşketî bigihêjin destê wê. Herwiha dê nehêlin Îran û hevbendên wê li Sûriyeyê û nexasim li ser sînorê Îsraîlê bi cih bibin."

Di dawiyê de Galantî got, Îran kêşeya Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê ye.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.