Papayê Vatîkanê birîndar bû

papa li Colombiayê birîndar bû

 

Di encama bûyereke tirafîkê de Papa birîndar bû.

Papayê Vatîkanê di dema serdana xwe ya bo Colombiayê rastî bûyereke tirafîkê hat û bi sivêkî birîndar bû.

Sedema ew bûyera han jî kom bûna hijmareke zêde ji xelkê vê welatî bûye li ser cadeyê bo pêşwazî kirin ji Papayê.

Jiber qerebalixiya zêde ajovanê tirimbîla Papa ji nîşkave manovreke ajovaniyê dike û aliyê çepê Papayê bi şişeyên tirimbîlê dikeve û bi sivêkî birîndar dibe.