CEK: Berpirsekî mezin yê DIŞIê hate girtin

bo terorîstên DIŞIê bombe çê kiriye.
کوردستان TV
100%

Ev berpirsê han weke destê rastê Xelîfeya berê ya DIŞIê bûye.

Civata ewlekariya Kurdistanê duhê daxuyaniyek bo raya giştî belav kir û têde ragihand ku, di operasiyonekê de hêzên wan karîne berpirsekî mezin yê terorîstên DIŞIê bi navê Suqerat Xelîl binçav bikin.

CEK di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku, ev terorîstê han piştî ku, bi qasî 5 salan li Tirkiyeyê jiyaye, bi pasporteke sextet vegeriyaye Kurdistanê û di heman deqîqeyên destpêkê de ketiye binçavdêriya hêzên ewlekariyê û di encam de hatiye girtin.

Terorîstê nav hatî karê wî yê sereke çê kirina bombeyan bûye bo DIŞIê û gelek caran jî ji aliyê Xelîfeya berê ya DIŞIê Ebûbekir Bexdadî ve bo pîwerdariyên girîng hatiye pîwerdarkirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.