Nêçîrvan Barzanî: Mamoste fakterên sereke yên pêşkeftina civakêne

dibêje em piştîvaniya tevahiya maf û daxwazin wan dikin.
کوردستان TV
100%

Îro 62mîn salvegera damezrandina Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê ye.

Bi minasebeta 62mîn salvegera damezrandina Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek belav kiriye û rixmî pîrozbayî kirin li Mamosteyên Kurdistanê hevdem hêviya pêşkeftin û serkeftina berdewam jî ji wan re xwestiye û nivîsandiye bi rêzdarî ve li erk û rola girîng ya Mamosteyan û peyama pîroz ya Mamostatiyê bo perwerde kirin û pêgehandina nibişên nû dinêre.

Nêçîrvan Barzanî dibêje Mamoste yek ji bingeh û faktereên sereke yên pêşbirin û pêş xistina civakê ne û piştîvaniya tevahiya maf û daxwazên wan yên rewa dikim û ev hêjayê jiyaneke baştir û aramin û em ti cara rola Mamosteyan di nava şoreş û berxwedana wan di rojên dijwar de ku, rê neda prosesa perwerdehiyê raweste jibîr nakin.

Di dawiya peyama xwe de Barzanî eşkere  kiriye ku, bi rêzdarî ve wan Mamosteyan bibîr tîne ku, bo azadiya gelê xwe xebat kirine û cenê xwe jî feda kirine.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.