Komîteya bawerîdanê yekem civîna xwe li dar xist

zagona komîteya bawerîdan bi bernameyên perwerdehiyê kete meriyetê.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr Serokatiya vê civîna han kiriye.

Îro civata bilind ya bawerîdan bi dezgeh û bernameyên xwendinê ya herêma Kurdistanê bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî yekem civîna xwe li dar xist û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Îro me gerînendetiya yekemîn civîna civata bilind ya komîteya bawerîdan bi dezgeh, programên perwerde û xwendina bilind li herêma Kurdistanê de kir, piştî ku, zagona civata bilind ketibû meriyetê.

Di civînê de me giftûgo derbarê armancên vê civatê de kir ku, pêk hatine ji kar kirin bo parastina kiwalîtiya perwerde û xwendina bilind li herêma Kurdistanê bi rêya pêşde birina çanda nirxandin bi liber çav girtina pîwerên navnetewî piştî goncandinê li gel rewşa herêmê bi awayek ku, hêjayê cîhbicîh kirinê bin bi mebesta bilind kirina asta perwerde, zanista dezgehan û bernameyên xwendinê.

Di destpêka civînê de armanc, pêngav, standard û planên komîteya baewrîdan bi program û navendên xwendinê hatin pêşkêşkirin. Piştî giftûgoyeke berfire civata bilind biryar da daku, komîteya bawerîdan bi dezgehan, programên perwerde û xwendina bilind li herêma Kurdistanê û destnîşan kirina endamên komîteyê, pişt re Emîndarê giştî yê vê komîteyê jî hate diyarîkirin û plan, steratejî û siyaseta kar kirina vê komîteyê jî hate diyarîkirin û biryare komîte di destpêka karên xwe de, çend xwendingeh, zanîngeh û navendên xwendinê yên kerta giştî û kerta taybet weke cerbandinê bixe berdem prosesa bawerîpêdan û cîhbicîhkirina amûrên wenêrînê li gor pîwerên komîteyê bo destebera nayab ya akademîkî û perwerdehî bi piştîvaniya her du wezaretên perwerde û xwendina bilind û lêkolînên zanistî.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.