Serok Barzanî û balyozê Ispanyayê civiyan

Serok Barzanî: Diyalog û destûr baştirîn çareserin bo kêşeyan.
کوردستان TV
100%

Dibêje lazime Kurdistan bo beşên din yên Îraqê bibe mînak.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Ispanyayê yê li Îraqê Pedro Martinez Avial kir.

Di civînê de balyozê Ispanyayê Pedro Martinez Avial ji Serok Barzanî re ragihand ku, haya wî ji xebat, têkoşîn, qurbanîdana gelê Kurd û karesatên ku, bi ser gelê Kurd de hatine heye û rêzdariya xwe jî bo rihê berxwedan ya gelê Kurdistanê diyar kir û got: Lazime geşe kirin û pêşhatên li herêma Kurdistanê bo beşên din yên Îraqê bibin mînak.

Rewşa siyasiya Îraqê û têkiliyên navbera hikûmeta herêmê û hikûmeta federalî, mijarin din yên vê civînê bûn û di vê derbarê de Serok Barzanî rixmî balkêşandine ser qurbaniyên bêhijmar yên gelê Kurdistanê yên bo bidest anîna maf û aramiyê bo tevahiya Îraqê, hevdem tekez li ser vê yekê kir ku, lazime tevahiya aliyan wane ji dîrok û şaştiyên berê werbigirin û diyalog û vegeran bo ser destûrê baştirîn rê û çaresere bo kêşeyên heyî û dabîn kirina aramî û geşekirinê li Îraqê de.

Rewşa herêma Kurdistanê û têkiliyên herêmê yên li gel Ispanyayê mijarên din yên vê civînê bûn.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.