Serokê herêmê û Rêberê şoreşa Îranê civiyan

behsa rewşa giştî ya deverê jî hatiye kirin.
کوردستان TV
100%

Li ser parastina aramiya deverê hemfikir bûn.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Tehranê li gel Rêberê şoreşa Îranê Elî Xamneyî civiya.

Di civînê de Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe ya li hember dîdara Xamneyî diyar kir û tekez li ser xwesteka herêma Kurdistanê ya bo pêşde birina têkiliyên li gel Îraqê kir û spasiya hevkarî û piştîvaniyên Îranê yên bo herêma Kurdistan û Îraqê kir.

Her di heman civînê de her du alî balkêşandine ser girîngiya ser têkiliyên Îranê yên li gel Îraq û herêma Kurdistanê û li ser parastina aramî û asayîşa deverê hemfikir bûn.

Rewşa deverê bi giştî û çend babetên din mijarên din yên vê civînê bûn.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.