Serokê herêmê pîrozbayî li Karkerên Kurdistanê dike

daxwaza qanûneke serdemiyane bo karkeran dike.
کوردستان TV
100%

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta roja cîhaniya Karkeran peyamek pêşkêş kiriye ku, ev jî naveroka vê peyamê ye;

Di 1ê Gulanê, roja cîhaniya Karkeran de, gerimtirîn pîrozbayî pêşkêşî Karkerên Kurdistan, Îraq û cîhanê dikim û destê wan digiwêşim û hêviya asûdeyî, xweşgozeranî û serfiraziyê bo wan dixwazim.

Di demekê de ku, bi rêzdarî ve li rol û erkê wan ya di nava proseya avedan kirinê de dinirên, hevdem tekez li ser berdewamiya piştîvanî kirin ji tevahiya maf û daxwazên wan û pêdivî bûna hebûna qanûneke baştir û serdemiyane ku, têde derfetên baş û jiyaneke baştir bo çîna Karkeran hatibe dabînkirin, dikim.

Her di vê bîranîna han de daxwaz ji sendîka û saziyên Karkeran dikim karên baştir bikin û hewlên baştir bidin bo dabîn kirin û parastina mafên Karkeran û afirandina yeksanî di warên derfetên karî de, herwiha lazime aliyên têkildar çavdêriya malbetên wan Karkeran bikin ku, di dema kar de jiyana xwe ji dest dane  û girîngiyeke zêdetir bi jiyana wan were dayîn.

1ê Gulanê li tevahiya aliyan pîroz be û hêviya bêhin vedaneke baş bo Karkeran dixwazim.

Serokê herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.