Nêçîrvan Barzanî û Nûrî Malikî civiyan

behsa têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê kirine.
کوردستان TV
100%

Behsa kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê kirin.

Peyamnêrê me yê li Bexdayê ragihand ku, Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya serdana xwe de bo Bexdayê, li gel Serokwezîrê berê yê Îraqê û Serokê hevpeymaniya dewleta qanûnê Nûrî Malikî civiya.

Di civînê de her du aliyan giftûgo derbarê rewşa giştî ya Îraqê, kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê û çareser kirina wan kêşeyan kiriye.

Peyamnêrê me eşkere kir ku, vê piştî civînê li gel Nûrî Malikî, Serokê herêmê li gel Serok civata dadweriya Îraqê jî bicive.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.