Dûrîna genimê bo Cotkarên Kurd hate qedexe kirin

Cotkarên Kurd jî li hember vê biryara han dilgiranin û daxwaza hevkariyê dikin.
کوردستان TV
100%

Fermandarê firqeya 8 ya artêşa Îraqê ev biryar daye.

Li gor zaniyariyên ku, Peyamnêrê me yê li Kerkûkê dane, îro Fermandarê giştî yê firqeya 8 ya artêşa Îraqê biryarek der kiriye û ji Cotkarên Kurd yên li devera Sergeranê re gotiye ku, nabe bi ti awayî genimên xwe yên li vê deverê bidûrînin.

Di biryarnameya Fermandariya firqeya 8 de hatiye diyarkirin ku, her Cotkarek ku, pêbendî vê biryarê nebe vê bi awayeke tund were cezakirin.

Ji aliyeke din ve Cotkarên Kurd yên li vê deverê jî dijî vê biryara han dilgiraniya xwe nîşan didin û daxwaz ji aliyên têkildar dikin berevanî ji ked û emeka wan bikin û bi hawara wan ve biçin.

Weke tê zanîn devera Sergeran û bi taybetî jî gundê Pilkane ketine bin pêleke bihêz ya erebkirinê û artêşa Îraqê jî piştîvaniya vê pêlê dike û çend caran jî hewl dane şêniyên Kurd yên vê deverê bi darê zorê ji vê deverê derbixin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.