Îran: Emê tola şehîdên xwe hildin

di êrîşê de ji bilî dîplomatan 2 Fermandarên mezin hatine kuştin.
کوردستان TV
100%

Îsraîl jî dibêje Îran amadekariya planeke din dijî Îsraîlê dike.

Piştî bordiman kirina Konsulusxaneya Îranê ya li Dîmeşqê ji aliyê Îsraîlê ve û kuştina 2 Fermandarên mezin yên spaha Qudis û 7 kesên din, civata ewlekariya netewî ya Îranê duhê bişev bilez civiya û di civînê de biryara vê yekê hate dayîn ku, vê Îran bersifeke dijwar bide Îsraîl û tola şehîdên xwe hilde.

Ji aliyeke din ve Îsraîl jî diyar kiriye ku, Îran hewl dide bi rêya spaha Qudis û komên din yên çekdar ji aliyê Libnanê ve êrîşeke berfire bîne ser Îsraîlê û duhê jî li Konsulusxaneya Îranê civîn bo vê yekê hebûye lewre me jî ev êrîş pêk aniye.

Îsraîl herwiha diyar kiriye ku, ji wir û şûnda tenê berevaniyê nake belku, raste rast êrîşî ser çavkaniyên metirsiyên ser Îsraîlê jî dike.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.