Îsraîl derbeke gelek dijwar li Îranê da

rayedarekî leşkerî hatiye kuştin û çarenivîsa balyozê Îranê jî nediyare.
کوردستان TV
100%

Rayedarekî mezin yê Îranî jî hatiye kuştin.

Li gor çapemeniya Îranî û Sûrî êvara îro artêşa Îsraîlê bi rêya balefirên xwe êrîşî ser balyozxaneya Îranê ya li Dîmeşqê kiriye.

Çapemeniya Sûrî qala vê yekê kiriye ku, di encama êrîşa ser balyozxaneya Îranê de 6 kes hatine kuştin ku, yek ji wan rayedarekî mezin yê spaha Pasdaran ya Îranê ye.

Ajansa tesnîm ya Îranî jî diyar kiriye ku, di dema bordimanê de balyozê Îranê yê li Sûriyeyê di nava balyozxaneyê de bûye lê nehatiye zanîn ka gelo tiştek bi serê wî hatiye an na?

 

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.