Li Îranê zêdetir ji 650 kesan canê xwe ji dest dane

di vê demê de zêdetir ji 170 kesên din jî birîndar bûne.
کوردستان TV
100%

Di encama bûyerên tirafîkê de canê xwe ji dest dane.

Li gor nûçeyeke çapemeniya Îranê bûyerên hatûçûyê yek ji sedemên here sereke yên mirinê ne li Îranê.

Di vê derbarê de çapemeniya Îranî li ser zarê rayedarên hatûçûya vê welatî belav kirine ku, di nava 10 rojên derbasbûyî de zêdetir ji 100 bûyerên hatûçûyê qewmîne û di encama wan bûyeran de 664 kesan canê xwe ji dest dane û 174 kes jî birîndar bûne.

Çapemeniya Îranî diyar kiriye ku, ev bûyerên han di nava 10 rojên bêhin vedana Newrozê de li seraserê Îranê qewmîne.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.