Navê Fermandarê kuştî yê Îranî eşkere bû

gelek çekdarên Îranî jî li gel wî hatine kuştin.
کوردستان TV
100%

Nasnameya Îraqî jî pê re hebûye.

Li gor nûçeyeke navenda çavdêriya mafên mirovan ya Sûriyeyê, îro danê sibê zû Amerîka 10 navendên curbicur yên çekdarên Îranî li Sûriyeyê bordiman kiriye.

Yek ji wan navendan li devera Ebûlkemal bûye ku, hêzên pasewanên şoreşa Îranê di civînê de bûne.

Navendê diyar kiriye ku, di encama bordimana han de Fermandarekî Îranî yê bi navê Murteza Ebasî ku, hevdem xwedan nasnameya Îraqî bûye hatiye kuştin û kesên ku, di civînê de bûne bi tevahî hatine kuştin.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.