Îran bi zanebûn xelk kir kiriye

rayedarên rejîmê fermana kor kirinê dane hêzên ewlekariyê.
کوردستان TV
100%

Di dema xwepîşandanên dijî rejîmê de herî kêm 120 kes hatine korkirin.

Li gor zaniyariyên berdest, di dema xwepîşandanên dijî kuştina keça Kurd Jîna Emînî yaku, bi şoreşa jin, jiyan azadî hatiye nasîn de, hêzên rejîma Îranê bi fermana rayedarên rejîmê bi zanebûn dest bi kor kirina xelkê kirine.

Li gor raporteke navenda mafên mirovan ya li zanîngeha Kaliforniyayê, di dema xwepîşandanên dijî rejîma Îranê de, rayedarên rejîmê ferman bi hêzên ewlekarî kirine daku, bi zanebûn xelkê kor bikin û di vê çarçoveyê de hêzên rejîma Îranê jî zêdetir ji 120 kes ku, di xwepîşandanan de beşdar bûne kor kirine.

Weke tê zanîn di 13ê Îlona 2022an de keçeke Kurd bi navê Jîna Emînî bi destê hêzên rejîmê hate kuştin û pişt re jî li seraserê Îranê xwepîşandanên mezin dijî rejîmê destpê kirin.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.