Li başûrê Sûriyeyê xwepêşandan hatin lidarxistin

13 sal bi ser şerê navxweyî yê Sûriyeyê re derbas dibe.
کوردستان TV
100%

Li herêmên başûrê Sûriyeyê bi boneya salvegera 13’an a aloziya Sûriyeyê xwepêşandan hatin lidarxistin.

Li gorî navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), bi boneya salvegera 13’an a aloziya Sûriyeyê, duh bi şev li bajarê Quneytra yê li başûrê Sûriyeyê bi dehan kesî xwepêşandan li dar xist.

Li gor nûçeyeke anhayê di xwepêşandanan de pankartên "Em azadxwazên Quneytra û Colanê bazaran nakin û teslîm nabin", "Her dilopeke xwînê dê hezar şoreşgeran biafirîne" û " Şoreş wê bidome heta dawî li rejîma sûcdar a Esed were" hatin vekirin.

Li bajarokên Dail, Tefes, Til Şihab, Sehem El Colan, Kerek El Şerqî û Um El Meyazin ên girêdayî bajarê Derayê xwepêşandan hatin lidarxistin. Xwepêşandêran banga hilweşandina rejîma Esed û serbestberdana girtiyên siyasî kirin. Ji bo veguhestina siyasî jî dawaza pêkanîna hilbijartinên durist ên bi çavdêriya NY’yê hat kirin. Xwepêşandêran diyar kir ku hikumeta Şamê û komên wê yên leşkerî madeyên hişbir li gundên Horanê belav dikin.

Li Siwêdayê jî ji 6 mehan ve xwepêşandanên bi banga hilweşandina rejîmê, pêkanîna biryara 2254’an a Neteweyên Yekbûyî û serbestberdana girtiyan dewam dikin. Duh li qada Kerama û li ber avahiya Radio xwepêşandan hatin lidarxistin.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.