Îsraîl dîsa êrîşî ser çekdarên Îranî kir

heta niha Îsraîl derbarê vê êrîşê de ti daxuyanî nedaye.
کوردستان TV
100%

Li Başûrê Sûriyeyê çend navendên wan hatine wêran kirin.

Li gor çapemeniya Sûrî şeva derbasbûyî artêşa Îsraîlê êrîşeke berfire biriye ser çend navçeyên li Başûrê Sûriyeyê.

Her çend çapemeniya Sûrî qala zirarên vê êrîşê nekiriye lê hin jêderên Erebî qala vê yekê kirine ku, şeva derbasbûyî Îsraîl ji aliyê Golanê ve êrîşî ser çend navendên hêzên çekdar yên Îranî yên li Başûrê Sûriyeyê kiriye û di encama êrîşên Îsraîlê de çend navendên çekdarên Îranî hatine wêrankirin û gelek çekdar jî hatine kuştin.

Weke tê zanîn beriya niha Îsraîl çend caran eşkere kiribû ku, rê dane Îran li Sûriyeyê xwe bihêz bike.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.