Îsraîl êrîşî ser başûrê Sûriyeyê kir

hizbulah jî êrîşî ser Îsraîlê kiribû.
کوردستان TV
100%

Du navendên hizbulahê hatine wêrankirin.

Li gor nûçeyeka ajansa Ereb news duhê piştî êrîşên hizbulahê bo ser Îsraîlê, artêşa Îsraîlê jî bersifa êrîşên hizbulahê daye.

Di vê derbarê de anajsa ereb news li ser zarê artêşa Îsraîlê belav kiriye ku, artêşa Îsraîlê duhê hem êrîşî ser Libnanê kiriye û him jî êrîşî ser Sûriyeyê kiriye.

Derbarê zirarên êrîşa ser Libnanê ti zaniyarî nehatine belavkirin lê derbarê êrîşa ser Sûriyeyê de hatiye eşkere kirin ku, Îsraîl êrîşî ser başûrê Sûriyeyê kiriye û di encama êrîşa han de du navendên çekdarên hizbulah û çekdarên ser bi Îranê hatine wêrankirin.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.