Îsraîl êrîşî ser Başûrê Sûriyeyê kir

heta niha derbarê zirarên teqînê de zaniyarî nehatine belavkirin.
کوردستان TV
100%

Çend navendên leşkerî hatine bordimankirin.

Li gor agahiyên ku, navenda çavdêriya mafên mirovan ya Sûrî belav kirine, çend kêlî beriya niha artêşa Îsraîlê bi hajekan êrîşî ser navçeyên çiyayî yên li herêma Dera ya li Başûrê Sûriyeyê kiriye.

Çavkaniyê diyar kiriye ku, artêşa Îsraîlê çend navendên leşkerî yên li vê deverê kiriye armanc û piştî êrîşê jî dengê teqînên gelek mezin li deverê de hatiye bihîstin.

Heta niha derbarê zirarên êrîşê de ti zaniyarî nehatine belavkirin.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.