Li başûrê Îranê teqîneke mezin çê bûye

terorîstek jî reviyaye û nehatiye girtin.
کوردستان TV
100%

Teqîn li berdem navendeke leşkerî ya rejîma Îranê de çê bûye.

Li gor çapemeniya Îranî îro çarşem li berdem navenda leşkerî ya parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ya li başûrê Rojhilatê Îranê teqîneke mezin çê bûye.

Rayedarên deverê diyar kirine ku, ev teqîn jiber xwe teqandina terorîstekê pêk hatiye ku, xwestibû xwe di nava navenda leşkerî de biteqîne.

Rayedarên Îranî diyar kirine ku, du terorîst îro xwestine xwe di nava navendeke leşkerî de biteqînên lê yek ji wan beriya bigehêje cîhê teqînê xwe teqandiye û evê din jî reviyaye.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.