Îsraîl dîsa li Dîmeşqê da

duhê du caran Dîmeşq hatiye bordimankirin.
کوردستان TV
100%

Navendeke çekdarên Îranî bordiman kiriye.

Li gor çavkaniyên nûçeyan artêşa Îsraîlê duhê êvarê careke din ji aliyê bilindahiyên Golanê ve bi mûşekan êrîşî ser navendeke çekdarên Îranî li taxa Dîmas ya li Bakûrê Dîmeşqê kiriye.

Heta niha derbarê zirarên vê êrîşê de ti zaniyarî nehatine belavkirin.

Her duhê danê sibê Îsraîl careke din li taxa Kefir Sûse navendeke din ya çekdarên Îranî li Dîmeşqa paytexta Sûriyeyê bordimankiribû û di encam de gelek çekdarên ser bi Îranê hatibûn kuştin.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.