Îran: Em piştîvaniya hewlên aliyên Îraqî dikin

dibêje Îran li dijî hebûna hêzên biyaniye li deverê de.
کوردستان TV
100%

Dibêje lazime hêzên Amerîkî ji Îraqê werin derxistin.

Peyvdarê wezareta derve ya Îranê Nasir Kenanî di kongreyeke çapemeniyê de behsa hewldanên çend aliyên siyasî yên şîe li Îraqê bo derxistina hêzên Amerîkî li vê welatî kir.

Nasir Kenanî ragihand ku, Îran piştîvaniya hewldanên wan aliyên Îraqî dike jiber ku, hebûna hêzên Amerîkî li Îraqê nabe sedema dabîn kirina aramiyê beruvajî dibe sedema têkçûna rewşa Îraqê.

Kenanî eşkere kiriye ku, Îran li dijî hebûna hêzên biyanî di nava welatên deverê deye.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.