Hesabeke din yê organeke din ya rejîma Îranê hate daxistin

beriya niha jî hesabên çend rayedarên din yên rejîmê jî hatibûn daxistin.
کوردستان TV
100%

Tora civakiya X duhê ev hesaba han bi temamî daxistiye.

Desteya îdarî ya tora civakiya X ( twittera)berê duhê şemî ragihand ku, rojnameya fermî ya Mîzan yaku, organê fermî ya desthilata dadwerî ya rejîma Îranê ye bêyî ti hayedarkirineke pêşwext bi awayeke yekser û bi temamî hatiye daxistin.

Di peyama tora civakî ya X de hatiye diyarkirin ku, ev rojnameya han pêbendî qanûnên medyaya civakî nebûye lewre hesabên wî bi awayeke hertimî hatiye daxistin.

Weke tê zanîn beriya niha jî hesabên çend rayedarên din yên rejîmê ji aliyê medyaya sosyal ve hatibûn daxistin.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.