Êrîşî ser navendeke çekdarên Îranî hate kirin

heta niha Amerîka di vê derbarê de ti daxuyanî nedaye.
کوردستان TV
100%

Êrîş bi dronan û ji aliyê Amerîkayê ve pêk hatiye.

Navenda çavdêriya mafên mirovan ya Sûrî yaku, bi SOHR tê nasîn ragihand ku, şeva derbasbûyî li bajarê Meyadîn ya li parêzgeha Dêra Zorê êrîşî ser navendeke cebelxane, dron û perwerdehiya bikaranîna dronan ya komên çekdar yên ser bi Îranê hatiye kirin.

Li gor SOHR di encama êrîşa han de yaku, ji aliyê dronên Amerîkî ve pêk hatiye ev navend bi temamî hatiye wêrankirin.

Heta niha derbarê kuştiyên çekdaran de ti zaniyarî nehatine belavkirin û Amerîka jî di vê derbarê de ti daxuyanî nedaye.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.