4 Fermandarên din yên Îranî li Sûriyeyê mirine

bi zanebûn hatine jehrîkirin.
کوردستان TV
100%

Bi zanebûn hatine jehrîkirin.

Kanala Hedes ya Siûdî li ser zarê navenda mafên mirovan ya Sûriyeyê belav kiriye ku, pêncşema hefteya derbasbûyî li Dêra Zorê gelek Fermandarên spaha Pasdaran û endamên komên çekdar yên ser bi Îranê bijehrê ketine.

Çavkaniyê belav kiriye ku, di encama vê bûyera han de yaku, bi zanebûn hatiye kirin herî kêm 4 Fermandarên mezin yên Îranê mirine û gelek endamên komên çekdar yên ser bi Îranê jî bijehrê ketine.

Kanala Hedes navê du ji wan Fermandaran belav kiriye û nivîsandiye navê du Fermandar ji wan çar Fermandarên mirî ewin; Hecî Muqteda û Murteza Mewlevî.

Heta niha spaha pasdaran û rejîma Îranê jî di vê derbarê de ti daxuyanî nedane.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.