Amerîka: Me 6 dron xistine erdê

her duhê bişev êrîşî navenda Koniko jî hatibû kirin.
کوردستان TV
100%

Ev dronên han li Dêra Zorê hatine xistin.

Li gor çavkaniyên nûçeyan duhê bişev komên çekdar yên ser bi Îranê li Sûriyeyê êrîşeke berfire bo ser hêzên Amerîkî li navenda El Omer ya li Dêra Zorê organîze kirine û bi çend dronan êrîş pêk anîne.

Çavkaniyên nûçeyan behsa vê yekê kirine ku, sîstema berevanî ya Amerîkî li vê navendê kariye 6 ji wan dronan bixe erdê.

Jêderên herêmî jî behsa vê yekê kirine ku, ev êrîşa han piştî demeke kêm ji êrîşa ser navenda Koniko pêk hatiye.

 

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.