Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 29 jinên çalakvan hatine ceza kirin

zextên li ser jinan li Rojhilat û Îranê zêdetir bûne.
کوردستان TV
100%

12 ji wan bo girtîgehan hatine veguhastin.

Li gor çavkaniyên nûçeyan zextên rejîma Îranê yên li dijî çalakvanên siyasî û mafên mirovan zêdetir bûne.

Çavkaniyên nûçeyan qala vê yekê dikin ku, di yekem meha sala 2024an de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 12 jinên çalakvan yên ku, ji aliyê hêzên ewlekarî ve hatibûn destbiserkirin bo girtîgehan hatine veguhastin û niha di girtîgehên rejîmê dene.

Herwiha hate zanîn ku, 17 jinên çalakvan jî ku, beriya niha ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibûn girtin, ji aliyê dadgeha rejîmê ve hatine cezakirin.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.