Rejîma Îranê derbeke dijwar li Zêringerên xwe da

Zêringerên Îranî jiber gavên rejîmê rastî zirarên mezin yên madî hatine.
کوردستان TV
100%

Hesabên 400 Zêringeran hatine daxistin.

Serokê sendîkaya Zirêngerên Îranê Nadir Bezirefşan ragihand ku, ev çend roje rejîma Îranê bi biryareke bêhincet hesabên bankî yên zêdetir ji 400 Zêringerên Îranî li Tehranê daxistiye.

Bezirefşan eşkere kiriye ku, ti hincet û sedemeke qanûnî û mentiqî bo daxistina wan hesaban ji wan re nehatiye gotin û jiber vê pêngava rejîma Îranê jî Zêringerên Îranê rastî zirarên gelek mezin yên madî hatine.

Ji aliyê xwe ve berpirsê odeya Zêringerên Şîrazê Mihemed Zirînmihir jî diyar kiriye ku, ev çend roje hêzên rejîmê zextan li Zirêngerên Şîrazê dikin daku, sermaye û darayiya xwe eşkere bikin û li Şîrazê jî hesabên gelek Zêringeran hatine daxistin û ev yek jî bûye sedema dilgiraniya Zirêngeran û têkçûna bazara Zêr li Îranê.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.