8 rojên operasyona Ewlehiyê: 38 kes hatin girtin

operasiyon hîn jî berdewame.
کوردستان TV
100%

Di qonaxa sêyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de, yek jê serçete 38 çete û kesên derbarê wan de biryara lêgerînê hebû, hatin girtin.

Li gor nûçeyeke anhayê Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi desteka Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) 27’ê Çileyê (2024) saet 10.00’an de, qonaxa sêyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê li kampa Holê dabû destpêkirin. Operasyona ku bi armanca armanca jiholê rakirina şaneyên DAIŞ’ê û têkbirina fikrên wan ên tundrew hatiye destpêkirin, di roja 8’an de berdewam dike.

Di operasyonê de heta niha gelek çete û kesên alîkariya wan dikin hatine girtin, hejmarek çek, cebilxane û alavên tundiyê hatine desteserkirin.

Di 8 rojan de çi qewimî?

27’ê ÇILE

*Operasyon bi lêgerîn û paqijkirina beşa ’Muhacîrat’ a kampê ku  zarok û jinên DAIŞ’î yên ji zêdetirî 50 welatan lê dimînin, dest pê kir.

*Hêzên Ewlekariya Hundirîn di çadirekê de gelek mayînên di tûrbeyên ard e hatibûn veşartin, desteser kirin.

*Jinên DAIŞ’î yên li beşa ’Muhacîrat’ dimînin, êrişî rojnamevan û tîmenên nûkirina qeydên niştecihên kampê kirin. Hewl dan nuqteyan bişewitînin.

*Xendekek û cihên ku çeteyan xwe lê vedişart hatin dîtin. DAIŞ’iyekî ku cilên jinan li xwe kiribûn hat girtin.

28’Ê ÇILE

*Xebatên lêgerîn û paqijkirinê li beşa ’Muhacîrat’ berdewam kirin.

*Alavên leşkerî û yên kolandina xendekan hatin desteserkirin.

*Tuneleke ku du çeteyan xwe tê de vedişartibûn hat dîtin.

*21 kesên derbarê wan de biryara lêgerînê hebû hatin girtin û 4 mayîn hatin desteserkirin.

*Lêgerîna li beşa ’Muhacîrat’ ji sedî 80 bi dawî bû.

29’Ê ÇILE

*Cihên ku şaneyên DAIŞ’ê xwe lê vedişartin hatin dîtin.

*Şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo şopandina rêveçûna operasyonê serdana kampa Holê kir.

*8 kesên lêgerîna wan hebûn hatin girtin.

*Bombeyeke destan, şûr û hinek alavên leşkerî hatin desteserkirin.

*Xebatên lêgerîn û paqijkirinê li beşa ’Muhacîrat’ bi dawî bûn.

30’Ê ÇILE

*2 kemerên teqemenî, 2 kalaşînkov, 10 jarjorên kalaşînkovan, 3 bombeyên destan û 9 derziyên hişbirê yên tramadol hatin desteserkirin.

*3 çete hatin girtin û miqdareke çek hat desteserkirin.

1’ê SIBATÊ

*Xebatên lêgerîn û paqijkirinê li beşa 5’an a kampê dewam kirin.

*Di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li dijî navendek Hêzên Ewlekariya Hundirîn de, 4 endamên hêzên beşdarî operasyonê dibûn şehîd bûn.

2’YÊ SIBATÊ

*Lêgerîn û paqijkirin li beşên 4 û 7 ên kampê dest pê kirin.

*5 kesên lêgerîna wan hebûn hatin girtin.

3’YÊ SIBATÊ

*Hêzên operasyonê ketin beşa duyemîn a kampê.

*3 bombeyên destan, cebilxane, kalaşînkovek, guleyên doça û BKS hatin desteserkirin.

*Ji bo şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li kampa Holê merasîmeke leşkerî hat lidarxistin.

*Serçeteyekî DAIŞ’ê yê bi navê Ebû Ebdulhemîd hat girtin. Ev serçete ji belavkirina fikra tundraw a di nava zarokên kampê de berpirsyar bû û têkiliyên wî bi serçeteyên li derve re hebûn.

Di roja 9’an (4 Çile)  de operasyon bi lêgerîn û nûkirina sicilên niştecihên kampê didome.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.