Amerîka derbeke din li Îranê da

dibêje pêngavên wisa dijî Îranê berdewam dibin.
کوردستان TV
100%

Dest bi ser 520 hezar bermîl petrola Îranê de girtiye.

Li gor çapemeniya Amerîkayê wezareta dad ya vê welatî li dijî rejîma Îranê û tîmên dabîn kirina çavkaniyên dahatê bo spaha pasdaran ya rejîmê dest bi avêtina gavên girîng kiriye.

Weke yekem gav wezareta dada Amerîkayê dest daniye ser 520 hezar bermîl petrola Îranê û ji bilî vê jî wezareta dad ya Amerîkayê dest daniye ser 108 miliyon dolarên taybet bi spaha pasdaran ya rejîma Îranê.

Çapemeniya Amerîkî diyar kiriye ku, pêngavên bi vê rengî yên Amerîkayê dijî Îranê hemwextî dom kirina pêngavên leşkerî li Îraq û Sûriyeyê berdewam dibin.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.