Amerîka heşir bi çekdarên Îranî dike

gelek kuştî û birîndarên çekdarên Îranî hene.
کوردستان TV
100%

Bordiman kirina çekdarên Îranî li Sûriyeyê destpê kir.

Kêliyek beriya niha navenda mafên mirovan ya Sûrî belav kir ku, çend deqîqeyek beriya niha balefirên cengî yên Amerîkayê li Sûriyeyê êrîşên gelek berfire birine ser çekdarên Îranî yên li taxa Zeynebiye ya li Dîmeşqê.

Çavkaniyê diyar kiriye ku, çend balefirên cengî yên Amerîkî bi dijwarî navendên çekdarên Îranî yên li Zeynebiyeyê bordiman kirine û di encam de gelek kuştî û birîndarên çekdaran hene.

Weke tê zanîn ev êrîşa han bersifdayîna êrîşa şeva derbasbûyî ya çekdarên Îraniye bo ser hêzên Amerîkî li Urdinê ku, di encam de 3 leşkerên Amerîkî hatibûn kuştin.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.