Li Îranê 9 welatiyên Pakistanî hatine kuştin

balyozê Pakistanê jî daxwazek pêşkêşî rayedarên Îranî kiriye.
کوردستان TV
100%

Êrîşeke çekdarî li ser wan hatiye kirin.

Balyozê Pakistanê yê li Îranê Mihemed Medesîr Tîpo ragihandiye ku, di encama êrîşeke çekdarî li Başûrê Îranê de herî kêm 9 welatiyên Pakistanî hatine kuştin û 3 welatiyên din yên Pakistanî jî birîndar bûne.

Balyozê Pakistanê herwiha daxwaz ji rayedarên Îranî kiriye daku, lêkolîn li ser vê bûyerê bikin û aliyên berpirsiyar eşkere bikin.

Weke tê zanîn beriya niha Îran êrîşî ser Pakistanê kiribû û Pakistan jî bi dijwarî bersifa êrîşa Îranê dabû.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.